Sereke

Bi dirêjaya sînorê Arsaxê û Îranê şerê gur diqewime: wezîreta parastinê elametîya Elîêv çawa ya nerast hesab kirîye

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan ew înformasîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv çawa ya nerast hesab kirîye, ku giva sînorê Arsaxê û Îranê bi temamî bin kontrola Adirbêcanêdane. Çawa bersiva wê pirsê, Arsrûn Hovhannîsyan gotîye,wekî bi dirêjaya sînor şerên gur diqewimin. “Bi dirjêya temamîya sînor, şerên gur diqewimin û derheqa kontrolêda meriv nikare bêje. Heger hinek cîya, li cîyên teng eskerên wan çemê Erez dibîni, ew yek nade kifşê, wekî kontrola wane tam heye”,-Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button