Sereke

Adirbêcan eşkere cedandinên navçîgarên navnetewî sabotaj dike:wezîreta Arsaxêye karên der

Wezîreta Arsaxêye karên der bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjanêda derheqa kirinên Adirbêcanê û Tirkîyayêye bona teribandina înîsîyatîvayên bo sekinandina opêrasîyonên leşkerî daye dîyarkirinê.
“23-ê cotmehê nava temamîya rojêda hêzên azêrîya-tirka bi rokêta û topbarankirinê derb gîhandine cêrge gund û bajarên Komara Arsaxê. Hema wê rojê êvarê jî paytexta Arsaxê- Stêpanakêrt jî bi rokêta hatîye êrîşkirinê.Nava encamên wê yekêda sîstêmên sîvîl zyanê ketine, nava binelîyada jî birîndar hene. Ew yek tiştekî balkêşe, wekî hema piştî hevdîtinên li Waşîngtonê, yên katibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dewletê Mayk Pompêo û wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, yên bi armanca îzbatkirina agirbestêye li zona dew û doza azêrîya-arsaxîya, Stêpankêrt dane ber rokêta.
Bijartina wedê derbgîhandinê û cîyhê wê şikberîyê nahêle, wekî Adirbêcan eşkere û vekirî cedandinên navçîgarên navnetewî sabotaj dike û dijî sekinandina agrêsîya dijî Komara Arsaxê derdikeve.Hê pêşda seroketîya Adirbêcanê pevketinên bona agirbesta hûmanîtarî teribandine, yên ku dehê cotmehê bi înîsîyatîva serokê Rûsîyayê, lê 17-ê cotmehê jî bi înîsîyatîva serokê Fransîyayê hatibûne destanînê.
Ev kirinên Adirbêcana ku piştgirîya Tirkîyayêye leşkerî-sîyasî distîne, şedetîya wê yekê didin, wekî ev kirin ji alîyê seroketîya Adirbêcanêda bi zanebûn tên kirinê. Hema rûê vê yekêda jî civaka navnetewî nikare bighîje pêşkeftinê, sekinandina opêrasîyonên leşkerî û destpêkirina şuxulkarîya hevraxeberdanên edil.
Bi naskirina Komara Arsaxêye navnetewî û bi xebitandina sanksîyayêyn dijî Adirbêcanê, usa jî dijî seroketîya welête derecebilind, dikarin ew xwestinên Adirbêcanêye berdewamkirina agrêsîya sîlihkirî bidine sekinandinê”,-nava elametîya wezîreta Arsaxêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button