Sereke

Emê ser bikevin û ermenîyên Nîdêrlanda wê bêjine Elîêv û merivên dor-berên wî “Hûn bi xêr hatine Haagayê”: Tîgran Balayan

Baylozê Ermenîstanêyî li Nîdêrlanda û Lyûksêmbûrgê Tîgran Balayan gotîye, wekî Adirbêcan û Tirkîya li Arsaxê hema eynî wan tişta dikin, çi ku nasîsta 14-ê gulana sala 194O-li Rotêrdamê kirine. Derheqa wê yekêda Balayan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Adirbêcan û Tirkîya li Arsaxê eynî wan tişta dikin, çi ku nasîsta gulana 194O-î li Rotêrdamê kirine. Lê emê ser bikevin û ermenîyên Nîdêrlanda wê bêjine Elîêv û merivên dor-berên wî “Hûn bi xêr hatinxe Haagayê”,- Balayan nivîsîye.
Em bêjin, wekî 14-ê gulana sala 194O-î teyarên almanaye leşkerî, 97 tonna bomb avîtine ser bajarê Nîdêrlandayî Rotêrdamê, rûê çida êpêce cîyê bajêr hate wêrankirinê û rûê çida bi hezara meriv hatine kuştinê. Mehkema navnetewî, ya li Haagayê, organa navnetewîye ewline, li ber kîjanê mîyaserkirên komkujîya, xirabkarîyên leşkerî û xirabkarîyên dijî merivatîyê disekinin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button