Sereke

Elîêv çawa dikare usa xwe sivik xweyke: Sargsyan derheqa şoûa azêrîyada

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan wextê hevpeyvîna tevî rojnema misirîye Al-Ahram Weekly -ê, gotîye wekî Adirbêcan dixweze ku ermenî bizêrin û bi wê yekêva tevayî jî cimeta xwe berbi mirinê dibe. Hevpeyvîna Sargsyan malpera serokkomare fermîda hatîye weşandinê.
“Ew welat dixweze leşkerên xwe û binelîyên xweye sîvîl çawa hedef bide xebatê.Yekbûna cîhadîsta û hêzên azêrîyaye vî cûreyî bi qezîya, ya ku tê bêjî bona Elîêvê serok hewaskar nîne, halekî usa saz dike, wextê ku seroketîya Adirbêcanê qet naxweze cinyazên leşkerên xwe û yên çekdarên kirêkirî paşda bistîne. Hema eve menî, wekî alîyê azêrîya rêjîma agirbestê hêsa diteribîne: Adirbêcan dixweze ku ermenî bizêrin û bi wê yekêva tevayî ew cimeta xwe jî berbi mirinê dibe. Gelo serokê welêt çawa dikare hindava cimeta xwe wî cûreyî sivikbe? Tiştê ecêvmayî nîne, wekî ew usa jî bi cûrê sivik û nemerivatî nêzîkî binelîyên Qerebagêye sîvîl dibin, yên ku bi hezara sala li wir mane”,- Sargsyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî teribandinên agirbestê ne tenê bi bombebarandina û topbarankirina, bi kuştina tên mîyaserkirinê, lê nava vê dew û dozêda diha gelek binelîyên edil dibine cangorî.
“Ev yek jî dikare nêzîkî aqila nîbe, dema ku dicêribînin fem bikin, ku bo çi pevketin tê destanînê, heger alîyê azêrîya naxweze wê yekê xweyke û carekêra diteribîne? Ew yek nêzîkî aqilaye, wekî hema Adirbêcanê ev şer destpê kir.Ev yek hema sîyasîya paqijkirinên êtnîkîye. Hema eve meremê agrêsîya Adirbêcanê û Tirkîyayê, ya ku dijî binelîyên Qerebagêye”,- serokkormar gotîye.
Çi ku derhehqa wan gotinadane, ku Qerebag axa azêrîyaye û ew gerekê wê axê azakin, serokkomar gotîye,wekî ev yek ne nêzîkî aqilaye û bona wê yekêye, ku armancên Adirbêcanêye komkujîye dijî ermenîya, bêne afûkirinê.
Hukumata Adirbêcanê bi maşîna xweye propagandayê li welatên der ermenîya çawa agrêsor û merivne xirab raber dike û bi wê şoûyê binelîyên xweye sîvîl jî dikişîne nava wê şoûyê”,- Sargsyan gotîye. Bi gotina Armên Sargsyan, Elîêv baware, wekî bi qewatê ewê bikaribe alîyê ermenî mecbûrke, ku wî hemû tiştî îmzeke, çi ku ew dixweze.
“Eva tiştekî neqanûnîye û anegorî qanûnê tiştê cezakirinêye, çimkî cêrge konvênsîya hene, kîjanada tê gotinê, wekî tu qayîlnivîsarek nikare ya qanûnîbe, heger ew yek bi destê zorê, bi qewatê, hatîye destanînê”,-serokkomarê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button