Sereke

Fransîyayê paşda gazî baylozê xweyî li Tirkîyayê kirîye

Bi mermê şêwirdarîya, Fransîyayê paşda gazî baylozê xweyî li Enqerê kirîye û ew piştî wê yekê qewimîye, wextê ku serokê Tirkîyayê Receb Êrdogan serokê Fransîyayê Êmanûêl Makronra gotîye, ku “ew nexweşe û gerekê xwe qencke”.
Ajansa AFP-ê ragîhandîye.
“Şirovekirinên Êrdoganê serok yên qebûlkirinê nînin. Tiştên zêde û hişkayî ne mêtode. Em dewê dikin ku Êrdogan syaseta xwe biguhêre, çimkî ew yek bi hemû alîyava qezîyaye”,- ji sera Yêlîsêyê elamî ajansa AFP-ê kirine.Usa jî hatîye gotinê, wekî baylozê Fransîyayêyî li Enqerê, bona gotûbêjkirina halê pêşdahatî, wê usa jî rastî Êmanûêl Makron bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button