Sereke

Mehkema Ermenîstanêye sereke elam dike, wekî agrêsîya dijî Arsaxê pêşda hazirkirî bûye û derheqa wê yekêda usa jî tevbûna Tirkîyayêda şedetî hene

“Hela hê ji destpêka meha tebaxê qulixçîyên pareskerên Tirkîyayêye mexsûs li Adirbêcanê dersên hazirkirina leşkerî tevî qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî derbaz kirine.Ew ders bona destanîna zanebûnên şerkarîya nava çîyada hatine derbazkirinê”,- nava elmetîyêda hatîye gotinê. Bi wê yekêva tevayî, wextê derbazkirina dersa, qulixçîyên Tirkîyayêye leşkerî gotine,wekî zûtirekê gerekê êrîşa li ser Arsaxê bê mîyaserkirinê. Ji sisê meha îlonêda destpêkirî mobîlîzasîya hatîye teşkîlkirinê û înformasîyayên şaş dane civakê ku wê bi wedê hevtêkê telîm bên derbazkirinê. Ji 21-ê îlonêda pareskerên Adirbêcanê li ser hidûdê tevî Arsaxê cîwar bûne. Şeva 26-27-ê îlonê,emir kirine ku bi hemû alîvaya êrîşê destpêkin û hemû sîlihên Adirbêcanê bidine xebatê. Ji nîveka meha îlonêda li gundên nêzîkî sînor nava binelîyên edilda, nava bagçên wanda, sîstêmên artîlêrîyayê hatine cîwarkirinê û gotine binelîya, ku ew bona telîmane. Feqet ji destpêka êrîşê ew artîlêrîya hatîye xebitandinê. Anegorî înformasîyayên stendî, komên pareskerên tirkaye mexsûs tevî opêrasîyonên leşkerî bûne.Girêdayî wan gavên Adirbêcanêra lêpirsîn berdewam dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button