Xeberên Elîêv mînanî lîstika xeberane:berdewka serekwezîrê Ermenîstanê derheqa elametîya serokê Adirbêcanêda
Adirbêcanê îdî du cara rêjîma agirbestêye hûmanîtarî teribandîye û li ser wê fonê gotinên Îlham Elîyêv mînanî lîstika xeberane.Fikira wî cûreyî berdewka serekwezîrê Ermenîstanê Manê Gêvorgyanê elam kirîye. Em bêjin, wekî Elîêv wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîonêye Fox News-ê elam kirîye,wekî Beku hazire qewilên rêjîma agirbestê bide qayîlkirinê. Bi gotina wî, Ermenîstan gerekê elamke ku wê anegorî prînsîpên ŞAY, Rûsîyayê û Fransîyayêye tevayî hazirkirî pêşda here. “Belê, em hazirin berbi agirbestê herin û şuxulkarîya hevraxeberdana destpêkin.Alîyê ermenî berê ewlin hesab dike ku gerekê agirbest îzbatbe”,-Gêvorgyanê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê,wekî alîyê ermenî wê bawarîya xwe gotinên Elîêv bîne wî çaxî, wextê ku alîyê azêrîya agir bide sekinandinê, lê wê yekê gerekê bikin ne tenê bêjin.