Sereke

Adrbêcanê bi dirêjaya temamîya xeta pêşin opêrasîyayên êrîşkirinê destpê kirine

Bi taybetî piştî denê nîvro, Adrbêcanê êrîş bi dirêjaya xeta pêşin opêrasîyon destpê kirine û mecalên topbarankirinê dane xebatê. Derheqa wê yekêda serokê Arsaxê Arayîk Hartyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
«Serokatîya Adrbêcanê, bi piştgirîya Tirkîyayê û têrorîstên kirêkirî, naxwezin dîyaloga edil destpêkin û eşkere didine femkirinê, wekî ewê cedandinên leşkerî berdewamkin ku Arsaxê ji ermenîya bidine valakirinê. Bo wê yekê jî eva pirsa meye hemmiletîêye ku em welatê xweda şerkin boy bêqezîyabûna ermenîyên Arsaxê û heyîna wan. Bêqezîyabûn û mafê cimeta me nikare bê teslîmkirinê û nava wê pirsêda ew yek ji hemû tiştî bilindtire”,-Harûtyûnyan nivîsîye.Nenihêrî wê yekê, ku hemsedirên koma Mînskê dicedînin ku li herêmê agirbesta hûmanîtarî îzbatkin, seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî hemû pevketina diteribîne û hesab hilnade.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button