Sereke

Alîyê ermenîya hemû tişt kirîye ku agirbest bê xweykirinê:Paşînyan Pompêora xeberdaye

Alîyê ermenîya hemû tişt kirîye ku agirbest bê xweykirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr bi weşana fêysbûkê elam kirîye.
“Careke mayîn li hev nehat agirbestê xweykin.Ez nikarim bêjim, ku bersiva welatên hemsedirên koma Mînskê wê çi cûreyîbe, lê gerekê hûn bizanibin, ku alîyê ermenî hemû tiştî dike bo ku agirbest bê xweykirinê”,- ewî gotîye.
Bi gotina Paşînyan, eskerê parastinê ji şebeqê xwe zeft kirîye, lê piştî denê nîvro dikarim bêjim, wekî cara sisîya agirbest nehatîye xweykirinê:
“Em hê nizanin, ku serokê ŞAY wê çi cûreyî bersiva teribandina agirbestê bide, lê ez bêjim, wekî piştî nîvê şevê min katibê dewletê Mayk Pompêora xeberdaye û min raste-rast gote wî ku bona wan eva agirbesta ewline, lê bona me ya sisîyaye û ez dikarim pêşda bêjim, ku wê çi biqewime.Min gotîye, wekî sibê, bi texmîn, agirbestê neyê xweykirinê û mînanî her dema Adirbêcanê bêje, ku alîyê ermenî agirbest teribandîye”,- ewî gotîye.
Bi gotina Paşînyan pirsa here sereke ku ewî daye Mayk Pompêo ew bûye, ku heger agirbest neyê xweykirinê wê çawa bidine zelalkirinê ku kî gunehkare û piştî teribandina agirbestê bona alîyê ku teribandîye, wê encamên çawa pêşda bên?
“Ez niha rast hesab dikim bêjim, ku Mayk Pompêo çi gotîye û ez hêvîdarim, wekî bersivên vê pirsê ezê îro bistînim. Meriv dikare hesabke, wekî li ŞAY roja xebatê destpê bûye. Ez hêvîdarim, wekî wekîlê ŞAY-yî fermî wê bersivê bide, ku gelo wana zelal kir, ku agirbest kê teribandîye û encamên çi cûreyî bona alîyê ku teribandîye wê pêşda bên”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button