Sereke

Berdaxustina ku bona Ermenîstanê ya qebûlkirinê ye, bona Bekûyê dibe ya qebûlnekirinê: serekwezîr

Wextê ku Ermenîstan beşa xweye berdaxustinê dike, ew yek bona Adirbêcanê ne ya qebûlkirinêye û ew destpê dike dewa tiştên hê zêde dike.Fikira wî cûreyî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevdîtina tevî parlamêntvanê Fransîyayê gotîye. Ewî gotîye, wekî hema rûyê vê yekêda şer destpê bû.
Civaka navnetewî hêvîdare, ku pirsgirêka Qerebagê bi rêya berhevdaxustina bê helkirinê, lê berhevdaxustin dide kifşê, ku alî aktîvîyê ji berdaxustinên berê bidine kifşê.
“Wextê şêr hema ew yek dibe, ji elametîya Moskvayê destpêkirî.Usa jî bi navçîgarîya Makronê serok qayîlî hate destanînê û Adirbêcan wî cûreyî pevketinên derheqa agirbestêda diteribîne”,-Paşînyan gotîye.
Nava wî encamîda, Adirbêcan cedandinên civaka navnetewî diteribîne û menîya digre.Ewî gotîye,wekî nava vê pirsêda hema xût rola Tirkîyayê ya qirarkire.
“… Û ew her car, bêguman, bi piştgirîya Tirkîyayê dewa tiştên diha zêde dikin. Nava vê pirsêda zelal nîne ku sînorê dewekarî û medê wan li kîderê xilaz dibe. Bo wê yekê jî,bi fikirdarîya ewlin pirsa sereke xweparastina Qerebagê û cimeta wê dimîne, bona ku helkirina dîplomatî bibe ya bûyînê”,-Nîkol Paşînyan gotîye. Serekwezîr razalixî elamî parlamêntvanên Fransîyayê kirîye ku nava vî wedê dijwarda ew hatine Ermenîstanê ku li rex cimeta ermenîbin.
“Bêguman, em hazirîya we û piştgirîya we ne tenê wî çaxî texmîn dikin, dema ku hûn bi fîzîkî li rex mene, lê wextê şuxulkarîya we, li Fransîya dost hûn şuxulkarîyê mîyaser dikin”,-Paşînyan gotîye û cuda razalixî elamî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron kirîye. Serekweîr gotîye,wekî ew serokê navntewîyî ewlin bû, yê ku rast xeberda û da dîyarkirinê, wekî nava şerê dijî Arsaxê kirêkirîyên ji Sûrîyayê hene û înîsîyatorê vî şerî, yê sereke, Tirkîya ye. Paşînyan serda zêde kirîye, wekî ew tevî Makronê serok nava pêwendîyên hertimîda ne. Xeberdan usa jî derheq serokên hemsedirên koma Mînskêda çûye, derheqa tabîya Tirkîyayê û tevbûna Îsraêlêye tevî dew û dozê, çûye. Derheqa hêvîdarîya cimeta ermeîye ji alîyê civaka navnetewîda hatîye dîyarkirinê. Endamên dêlêgasîya parlamênta Fransîyayê bona gotûbêjkirinê razalixî elam kirine û gotine,wekî ew hazir dibin herine Qerebagê, ku cîda nasîya xwe bidine hal.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button