Sereke

“Nava vî halê dijwarda ez bona we dua dikim”: Mêl Gîbson piştgirîya ermenîya kirîye /vîdêo/

Artîstê Holîwûdê û rêjîsîyor Mêl Gîbson derheqa şerê li Arsaxê xeberdaye û gotîye,wekî ew çawa bona temamîya ermenîya, usa jî bona helkirina pirsgirêka dew û dozê, dua dike. RTVI-ê fikira wîye derheqa şerê Arsaxê raber kirîye.
“Bi êşeke kûr ez derheqa sertbûna halê dew û doza li Arsaxê pê hesîyam.Li vir, li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, gelek hevalên min yên ermenî hene û ew derheqa zêrandin û undakirina merivên xweye nêzîkda gilî dikin. Ez gelekî qedirê miletê ermenî digrim. Ev milet rastî gelek dijwarîya hatîye.Karebûnên van meriva bê sînorin.Nava vî halê dijwarda ez bona we dua dikim.Ez usa jî dua dikim, ku helkirina edil bê dîtinê û dewletên mezin tevbin, halê pêşdahatî naskin.Ez hêvîdarim, wekî hûnê bigîjine aşîtîyê.Hevalno, qewîn bimînin, karê xwe berdewam bikin, û bila duayê Xwedê li ser webe”,-artîst gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button