Sereke

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî derheqa wedê agirbesta nûye li Qerebagê elam kirîye

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirîye,wekî 26-ê cotmehê ji seheta O8:OO-ê şebeqêda li Qerebagê agirbesta hûmanîtarîye nû gerekê bê îzbatkirinê. Derheqa wê yekêda ajansa Reuters-ê li ser hîmê înformasîya RÎA Novostîyê ragîhandîye.
Em bêjin, wekî ji 27-ê îlonêda hetanî niha, wextê agrêsîya Adirbêcanêye berfire eva cêribandina sêeme, agirbest tê elamkirinê.
Pevketina ewlin, ya bona agirbesta hûmanîtarî, li Moskvayê dehê cotmehê hate destanînê.Wî çaxî hevdîtina wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, ya tevî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der 11 sehta kişand û qayîlnivîsar hate qebûlkirinê. Alî pevketin, ku ji dehê cotmehêda, roj seheta 12-da, agirbesta hûmantarî îzbatkin, bona ku dîlên leşkerî û cinyaza pevbiguhêrin. Feqet, Adirbêcanê dîsa topbaran berdewam kirin.
17-ê cotmehê wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kir, wekî Ermenîstan û Adirbêcan cara duem pevketine, ku 18-ê cotmehêda agirbesta hûmanîtarî îzbatkin. Vê carê pevketin bi naçîgarîya Fransîyayê hate destanînê.
Feqet, 18-ê cotmehê hate ragîhandinê, wekî piştî topbarankirina Adirbêcanêye aktîv, li alîyê başûr werguhêzî êrîşê bûye. Li herdu alîya jî kuştî û birîndar hebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button