Sereke

Tramp elam kirîye wekî wê bi hêsanî bighîje helkirina pirsgirêka Arsaxêye bi rêya edil

Tramp elam kirîye wekî wê bi hêsanî bighîje helkirina pirsgirêka Arsaxêye bi rêya edil, ew yek hesab kirîye çawa “bûyareke sivik”. Derheqa wê yekêda ewî wextê kampanîya hilbijartinaye li ştata Hêmpşîrê, li ber cimetê gotîye.
“Emê wê pirsê helkin. Ewê bibe… Ez wê yekê çawa “bûyara sivik” nav dikim. Emê wê pirsê helkin. Herin û bêjine cimeta xwe, Ermenîstan. Ew yek hêsaye, heger tu zanî ku tu çi dikî”,-Tramp elam kirîye. Roja yekşemê, alîkarê serokê ŞAY-yî alîyê bêqezîyabûnê Robêrt OBrayên, wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîyonêye CBS-ê elam kiribû, wekî Amêrîka seroketîya Adirbêcanê berbi wê yekê dibe, ku rêjîma agirbestêye tevî Ermenîstanê qebûlke, ya ku îdî vê pêşnîyarêra qayîl bûye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button