Sereke

Ji 27-ê îlonê hetanî roja îroyîn Adirbêcanê 16 gundên Ermenîstanê kirine hedef: komîtêa Ermenîstanêye lêpirsînê

Girêdayî gavên Adirbêcanêye agrêsîvra, kîjan ewê berbi axa Ermenîsttanê avîtine, îşê mehkemê hatîye vekirinê. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa 27-ê cotmehê, wekîlê serwêrtîya komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê Rafayêl Vardanyan gotîye.
Agrêsîya 27-ê îlonê roj seheta 13:OO-a hatîye dîyarkirinê. Piştî wê yekê girêdayî xirabkarîyên peyîra deh îş hatine vekirinê:xebitandina sîlihên qedexekirî, êrîşên dijî sîvîla, sîstêmên sîvîle nava kûraya welêtda.
Ji 27-ê îlonêda Adirbêcanê li ser topraxa Ermenîstanê hindava 16 gundada û usa jî bajarê Vardênîsê agrêsîya mîyaser kirîye: bajarê Vardênîsê û gundên qeza Gêgarkûnîkê, gundên qeza Kotaykê, gundê qeza Tavûşêyî Aygêparê, gundê qeza Vayos Zorêyî Kêçûtê. Mekteb, bagçên zaroka kirine hedef.Heyşt meriv hatine kuştinê û 11 jî birîndar bûne.Zyana matêrîyalîye mezin hebûye.
29-ê îlonê, nava têrîtorîya Ermenîstanêye hewêda teyara wezîreta Ermenîstanêye parastinêye SÛ-25 hatîye lêxistinê. Pîlotê wê teyarê, mayor Valêrî Dênêlîn bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button