Sereke

“Şedetî gelek cem me hene”:Hovhannîsyan derheqa xebitandina teyarên F-16-da û gefxwerina Elîyêvda gotîye

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan wextê rasthatina tevî rojnemevana, derheqa gefxwerina serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêve eşkerada xeberdaye û gotîye wekî em ji wê yekê zendegirtî namînin û natirsin.Elîyêv gef xwerine ku heger ji der dijî wan agrêsîya hebe, wî çaxî ewê F-16-a bibînin û careke mayîn ew yek înkar kirîye ku dijî ermenîya teyarên tirkaye F-16 hatine xebitandinê.”Gefxwerin û kirinên Adirbêcanê eva îdî serê mehekêye ku em dibînin”,-Hovhannîsyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî blogêrekî amêrîkîyî eyan duh wêneyên spûtnîkên amêrîkî belav kiribûn, kîjanada dihate kifşê, wekî li firegeha Adirbêcanê teyarên tirkaye F-16 sekinîne. “Eva çawa şedetî bese, lê şedetî gelek cem me hene û em zanin, ku F-16 kîderê hatine xebitandinê, çawa rokêtên here pêş dane xebatê.Alîyê ermenî hewcê şedetîya nîne”,- Hovhannîsyan gotîye.Hovhannîsyan usa jî derheqa dironên ermenîda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî xebitandina wana mezin nîne, lê rola wan jî heye û fikira ermenî vî alîda berdewam dike bixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button