Sereke

Dijmin diha gelekî nêzîkî sînorê Ermenîstanê bûye, lê paşda hatîye avîtinê: Hovhannîsyan

Dijmin diha gelekî nêzîkî sînorê Ermenîstanê bûye, lê paşda hatîye avîtinê, wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.
“Şebeqê hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî dîsa opêrasîyonên êrîşkirinêye bi hemû alîyava berdewam kirine. Çend gund hatine topbarankirinê”,- Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, li gundên bakûrê Hadrûtê û li gundê Avêtaranosê, nêzîkî wan gunda opêrasîyonên dijî komên azêrîaye dîvêrsîyon berdewam kirine.
“Dijmin cêribandîye berbi Bêrzorê û sînorê Ermenîstanê pêşda here û pêra jî topbarankirin û diron dane xebatê, lê negihîştîye aiçxîyê”,-Hovhnnîsyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hîmlî şerkarîya dijî komên biçûk, bêyî topbarankirinên gur, diqewimin.
Bi gotina Hovhannîsyan dijmin înîsîyatîva têknolocîya û hejmara xwe unda kirîye, ya ku cîh û warava û usa jî cêribandina ermenîyava girêdaîye.Arsrûn Hovhannîsyan careke mayîn daye dîyarkirinê,wekî alîyê ermenîya wê ser bikeve.Ewî usa jî xerîta deşta şêr raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button