Sereke

Dîsa şedetîke derheqa heyîna çekdarên kirêkirîye ji Sûrîyayê, yên nava qulixdarîya Adirbêcanêye dewletêye sînorxweykirda

Em kirêkirîyên ji Sûrîyayêye li Adirbêcanê raber dikin, û derheqa heyîna wane nava qulixdarîya sînorxweykirên Adirbêcanêda çawa şedetî didine dîyarkirinê.Idlib Post-da wêne hatine belavkirinê, kîjanada merivên sîlihkirî, yên bi kincên sînorxweykirên Adirbêcanê hatine rabekirinê.Anegorî wê kanîya înformasîyon, evana kirêkirîyên ji Sûrîyayêne.Wêneyada tê kifşê,wekî ser sûretên wan kurkirî nînin û ew yek dide kifşê, wekî ew sînorxweykir nînin.Ew wêne li cîhê pareskerê sînorxweykira hatine kişandinê, çimkî li piş wan, li ser dîwêr stênda anegorî qulixdarîyê dardakirîye.Li alîyê milê rastê kirêkirîyên ji Sûrîyayêne, lê li alîyê çepê stênda dîwarê pareskerê Horadîzêye.
Em bîr bînin, wekî 3-ê cotmehê vîdêyok hatibû belavkirinê, kîjanêda merivên sîlihkirîye bi kincên sînorxweykirên Adirbêcanê bûn û ewana bi erebî xeber didan.Pêşezana ew yek lêkolîn kirîye û dane zelalkirinê,wekî ew vîdêyo li ber avahîyê pareskerê Horadîzêye sînorxweykir hatîye kişandinê.Xêncî van tişta gelek şedetîyên cûre-cûre hene, ku kirêkirîyên ji Sûrîyayê anî nava şerê Arsaxêda şer dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button