Sereke

Kirêkirîyê ji Sûrîyayê îzbat kirîye ku li zona dew û doza Qerebagê çekdar tevî şêr dibin /vîdêyo/

Leşkerên hêzên Sûrîyayê çekdarên tirkmên girtine, yên ku wextê lêpirsînê gilî kirine, ku komên wan tevî şerê li Qerebagê dibin û derheqa zyana xweda dane dîyarkirinê. Kanala erebîye têlêvîzîyonê “Tal Hadas”-ê rêportaj hazir kirîye, kîjanêda Emîn Îmad Ês Sehîd gilî kirîye,wekî ew endamê koma “Sultan Mûrad”-e, lê pêşîya wê yekê eskerê Sûrîya azadda bûye. Ewî hazirîya xwe li Efrînê, bi serkarîya tirka derbaz kirîye û mehê 35O-î lîrayên tirka / 5O-î/ dolar miaş stendîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ji komên çekdaraye cuda-cuda çekdara berev dikin.
“Wana bi hezara ji Tirkîyayê cîguhastî Adirbêcanê dikin û bona sê meha 2OOO hezar dolara didine wan, lê çûyîna li Lîbîayê 15OO dolare, wede jî şeş meh e”,-çekdar dibêje.
Ês Sehîd jî derheqa şerê tevî ermenîya û zyana çekdarada daye dîyarkirinê.

https://www.youtube.com/watch?v=z3gy0qpsv3Y
Zêdetir nîşan bide
Back to top button