Sereke

Merkeza Bekûyêye sînêmayê ji nîşandayîna fîlmên bi tevbûna Mêl Gîbson paşda sekinîye

Artîstê holîwûdê Mêl Gîbson, girêdayî dew û doza Arsaxêra, derheqa piştgirîya xweye hindava cimeta ermenî elam kirîye û piştî wê yekê merkeza paytexta Adirbêcanêye sînêmayê, ji nîşandayîna fîlmên bi tevbûna wî paşda sekinîye.
Rojekê pêşda ewî vîdêyoya kişandî daye dîyarkirinê,wekî her dem qedirê miletê ermenî girtîye û nava ermenîyên amêrîkîda gelek hevalên wî hene, yên ku derheqa zêrandin û undabûna merivên xweda gilî dikin.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew bona ermenîya dua dike, usa jî dua dike ku pirsgirêk bi rêya edil bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button