Sereke

Niha mêxanîzmên navnetewîye vêrîfîkasîyon lazimin:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Ev provokasîya Adirbêcanêye arzan wê yekê îzbat dike, ku mêxanîzmên navnetewîye vêrîfîkasîyon pêwîstin. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.
“Wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye,wekî ew elametîya alîyê Adirbêcanê, ya derheqa wê yekêda ku giva ji Ermenîstanê berbi nehîya Adirbêcanêye Bardayê rokêt hatîye berdanê, derewa eşkereye. Ne hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî, ne jî eskerê Arsaxêye parastinê êrîşa bi rokêta mîyaser nekirine.
Eva îdî serê mehekêye, ku Adirbêcanê şerê berfireh dijî cimeta Arsaxê destpê kirîye û nava wî wedeyîda Adirbêcan herdu alîyên ermenî gunehkar dike ku ew rêjîma agirbestê diteribînin.
Îro jî ew yek qewimî:alîyê azêrîya gundên nehîya Martûnîyê da ber rokêta, li kîderê binelîyên Arsaxêye edile ji beşên Arsaxêye mayîn li wir berev bibûn. Nava encamê wê êrîşêda wêrankirin û birîndar nava binelîyên edilda hene.
Bi wê yekêva tevayî alîyê azêrîya behsa nerast belav kir, ku giva alîyê ermenîya nehîya Bardayê êrîş kirîye. Ev provokasîya Adirbêcanêye arzan wê yekê îzbat dike, ku mêxanîzmên navnetewîye vêrîfîkasîyon pêwîstin.Ew yek jî ber çevaye wekî Adirbêcan bi serhişkî ji wê sîstêmê direve”,- nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button