Sereke

Ji roja destpêbûna agrêsîya Adirbêcanê îro roja êrîşkirina Stêpanakêrtêy here agrêsîve: kuştî hene: parêzerê mafê mêriv

Parêzerê Arsaxêyî mafê mêriv Artak Bêglaryan rûpelê xweyî Twittêrêda nivîsîye, wekî niha Stêpanakêrt bi agrêsîvî tê êrîşkirinê. Bi gotina wî, hêzên azêrîyaye sîlihkirî îdî çend sehete Stêpanakêrta paytext dixin.
“Nava binelîyn sîvîlda kuştî û birîndar hene û gelek avayî jî wêran bûne. Nava temamîya şêrda îro roja êrîşkirina Stêpanakêrtêye here agrêsîve”,-ewî nivsîye.
Em bêjin,wekî ji duhva Adirbêcan derba dighîne Stêpanakêrtê û avayên sîvîl dike hedef. Duh nexweşxanê jî xistibûn. Niha eskerê parastinê şerê gur dijî dijmin li gundên nehîya Askêranêye Avêtaranosê, Sxnaxê û Aknagbyûrê mîyaser dike.Hinekî pêşda eskerê parastinê elmetî belav kir, wekî bi stansîyayên rêaktîve ” Smêrç”-ê Stêpanakêrtê, Şûşîyê û Martakêrtê didine ber rokêta.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button