Sereke

Lapşîn: li gundên ermenîya azêrîya binelî kuştine, zyaret kirine hedef û cêribandine bankomata talankin

Duh,piştî opêrasîyonên leşkerîye li Qerebagêye mehekê, du nasên min vegerîyane Yêrêvanê. Ji wana yek ofîsêre, yek rêzêrvêdane. Wextê qulixê wana nikaribûn têlefon bidana xebatê. Bo wê yekê jî dema ku ew hatine malê, min wanra normal xeberda. Gelek meriv hatine kuştinê, gelek birîndar bûn, gelek gund û bajarên Qerebagê zyanê ketin û vî hemû tiştî gerekê bidine daçêkirinê.Derheqa wê yekêda rojnemevan û blogêr Alêksandr Lapşîn rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Tiştekî mayîn ez zendegirtî hiştim. Wana gilî dikir, ku piştî wê yekê gundên Qerebagê çawa bûn.Serpêhatîya pîrka min hate bîra min.Dema ku sala 1941-ê leşkerên alman ketine Lvovê, carekêra talan, kuştinên cuhîya û bêterbyetî destpê bûn.
Piştî hazirîya leşkerên azêrîyaye wedekurtra, leşkerên ermenî paşda vegerîyane û dîna xwe dane barbarîyên li wan gunda: talan, binelîyên kuştî, yên ku pêra negîhandibûn derkevin.Dibêjin, wekî gundekîda bankomata “Arsaxbank”-ê hebûye. Bankomat ji dîwêr qetandine û xwestine talankin.Feqet leşkerên Elîyêv hêvîdar bûne, wekî bi şikênandina bankomata, dikarin karê bistînin, lê heger têda pere hebûna jî, ewê diramên ermenî bûna, ne ku manatên Adirbêcanê.Usa jî gilî kirine, wekî dikan jî hatine talankirinê. Leşkerên ermenî usa jî cinyazên binelîya malada dîtine û dijware bêjin, ku bona çi meriva pêra negîhandine ji gund derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button