Sereke

Eskerê Ermenîstanêye parastinê têrorîstê bi sirê girtine /vîdêyo/

Eskerê Ermenîstanêye parastinê têrorîstê bi sirê girtine, malpera fêysbûkêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê elam kirîye û vîdêyo belav kirîye.
“Wextê lêpirsînê, şikberî jî qet derheqa tevbûna têrorîstaye li ser xeta enîya azêrîyaye pêşinda tune.
Navê têrorîst Mêhrêd Mîhamad Alşxêre, ji bajarê Sûrîyaêyî Hammayêye.Zewicîye, sê zarokên wî hene. Li ser xeta di navbera arsaxîya-azêrîya ew ji alîyê Tirkîyayêda tevî 25O kirêkirîya ji 19-ê cotmehêda hatîye.
Soz dabûne wan, wekî wê 2OOO dolara bidin, lê nedane.Gilî dike, wekî li ser xeta enîyê ewana cêrga pêşinda bûne, lê xeta 2-3-da eskerên azêrîya pêşda diçûn.
Hetanî hatine pêşenîyê, tevî berevkirinên li lagêrê dibûn, li kîderê tevî wan fermandarên tirk xebitîne”,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button