Sereke

Melûmetîyên balkêş: eyan e ku bona çi Tirkîya kirêkirîyên ji Sûrîyayê dişîne Adirbêcanê ku dijî ermenîya şer bikin: “Joxovûrd”

Rojnama “Joxovûrd” dinivîse: “Kirêkirîyên Sûrîyayê ra çend hezar dolar soz didin, lê 4OO dolarî didin, ya ku tê hesabê miaş û ew miaşa ji ya Tirkîyayêye here nimiztir e û wana dişînin Adirbêcanê, ku cîhê here bi qezîya şer bikin. Derheqa wê yekêda rojnamevana Ûkraînayê Anhar Koçnêvayê gotîye. Sala 2O12-a ew li Sûrîyayê ji alîyê îslamîstada hatibû revandinê.
“Ez zanim, wekî Êrdoganê serok ji Îdlîbê kirêkirîya dişîne Adirbêcanê.Wextê ku eskerê Sûrîyayê bi temamî Îdlîbê azad bike, wî çaxî hemû xirabkar wê birevine Tirkîyayê. Li Tirkîyayê ewê lazim neyên, bona wê yekê jî beşeke wana şandine Lîbîyayê, lê beşekê jî dişînine Adirbêcanê. Ew çiqas li wir bimirin, awqasî hindik wê herine Tirkîyayê”,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button