Sereke

Têrîtorîyayên ku wedelû bin kontrola Adirbêcanêdanin, bi temamî tên wêrankirinê

Hêzên Adirbcanêye sîlihkirî têrîtorîyayên ku wedelû bin kontrola wandanin, bi temamî wêran dikin. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye.
“Meremê wêrankirina wan têrîtorya ew e ku pêşerojêda binelîyên li wir li wan cîha nejîn.Kirinên serokê Adirbêcanê û hêzên azêrîyaye sîlihkirî dane kifşê, ku armanca wan valakirina Arsaxêye ji ermenîya ye”,- Nagdalyanê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî heyîna binelîyên Arsaxêye ermenî nikare bin kontrola Adirbêcanêda be.Nagdalyanê bîr anîye,wekî roja agrêsîya dijî Arsaxêye ewlin, hemû mafê hûmanîtarî tên teribandinê. Bi taybetî cîh û warên binelîyên edil bi bombên kasêta tên bombekirinê, meremê kîjana ewe, ku zyana mezin bighînine jin û zarokên li wir. Berdevka wezîretê daye bawarkirinê, wekî ev xirabkarî nava malperada ji alîyê xirabkarda hatine belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button