Sereke

Yêrêvan piştgirîyê dide cîhwarkirina dîtindaraye li Qerebagê: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Yêrêvan piştgirîyê dide cîhwarkirina dîtindaraye li Qerebagê.Derheqa wê yekêda Armênprêssê li ser hîmê înformasîya RÎA Novostîyê daye dîyarkirinê, ku wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan usa gotîye. Bi gotina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Yêrêvanê her dem piştgirî daye fikira derheqa monîtorînga rêjîma agirbestê, ya ku piştî nîsana sala 2O16-a, hemsedirên koma Mînskê pêşnîyar kirine. Bi gotina wî, Ermenîstan û Adirbêcan qayîl bûne, koma dîtindara bidine berfirehkirinê û mêxnîzma lêpirsîna bûyarên teribandina rêjîma agirbstê sazkin.
Feqet, Adirbêcan peyîra ji wan pevketina paşda sekinî.Ev yek carekê jî dide kifşê, wekî ne duh, ne îro Adirbêcan hewaskar nîne ku rêjîma agirbestê bê kontrolkirinê.Feqet fikira me nehatîye guhartinê û em piştgirîyê didine cîhwarkirina dîtindara”,- Mnasakanyan gotîye.
Çi ku derheqa aşîtîparêzadane, wezîr gotîye,wekî aşîtîparêz nava wê mêxanîzmêda gerekê ewbin, yên ku li ser tabîya nêytralin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button