Sereke

Rûsîyayê ese piştgirîyê bide Yêrêvanê, heger pevçûyînên leşkerî carekêra derbazî li ser têrîtorîya Ermenîstanê bin:wezîreta Rûsîyayêye karên der

Bona qirarkirina cûrê piştgirîya Rûsîyayêye bona çareserkirina bêqezîyabûna Komara Ermenîstanê, li ser hîmê berbirîbûna serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane berbi serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, em wê yekê îzbat dikin, ku Fêdêrasîya Rûsîya, anegorî borcdarîyên tifaqdarîyêye hindava Ermenîstanê, wê borcdarîyên xwe biqedîne.Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî çend xalên vê peymanê têra dibînin opêrasîyonên mexsûs destpêkin heger qezîya êrîşkirina sîlihkirî hebe, yan jî agrêsîya hebe.
Anegorî peymanê, Rûsîyayê hemû mecalên pêwîst, yên piştgirîyê, bide Ermenîstaênê heger pevçûyîn carekêra derbazî li ser axa Ermenîstanê bin.
“Em careke mayîn bangî alîyên nava dew-doza Qerebagê dikin ku lez agir bidine sekinandinê, halê sert bidine sistkirinê û paşda vegerine berbi hevraxeberdana, li ser bingeha prînsîpên hîmlî, anegorî pevketinên wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê, Adirbêcanêye karên dere 10-ê cotmehêye li Moskvayê destanî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button