Sereke

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan name ser navê serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn şandîye

31-ê cotmehê, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan name ser navê serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn şandîye, kîjanêda halê rûyê agrêsîya azêrîya-tirkaye leşkerîye dijî Qerebagê peşdahatî û encamên wê raber kirîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
Namêda bi taybetî hatîye dîyarkirinê, wekî ji Rojilata Navîn têrorîstên sîlihkirî cîguhastî Adirbêcanê kirine û ew dijî Qerebagê şer dikin.
Bi hesabhildana wê yekê,wekî opêrasîyonên leşkerî nêzîkî sînorê Komara Ermenîstanê bûne, usa jî şedetîyên derheqa gavên dijî axa Ermenîstanê, serekwezîrê Ermenîstanê berbirî serokê Rûsîyayê bûye, bo ku lez şêwirdarîya destpê bikin, fikirên derheqa piştgirîyêda pêşda bikişînin, kîjana Fêdêrasîya Rûsîyayê dikare bona çareserkirina bêqezîyabûna Komara Ermenîstanê bide, li ser bingeha pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêye tifaqdarîyê û usa jî peymana 29-ê tebaxa sala 1997-ye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyaêda îmzekirî, ya derheqa “dostîyê, hevkarîyê û piştgirîya dualîda”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button