Sereke

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî pêşnîyar dike, ku aşîtîparênzên skandînavî li zona dew û doza Qerebagê cîhwarkin

Şêwirmendê mala Sipî, yê bêqezîyabûna miletîyê, Robêrt OBrayên pêşnîyar dike, ku li zona dew-doza Qerebagê aşîtîparêzên skandînavî cîhwarkin.
Bi gotina wî, li zona dew-dozê wekîlên ji welatên hemsedirên koma Mînskê, usa jî yên welatên cînar, gerekê nekevine nava wan qewata.
Tu tevbûneke Tirkîyayê, yan jî rola aşîtîparêzîyê, çawa bona Ştatên Yekbûyî, usa jî bona Ermenîstanê tiştê qebûlkirinê nîne”,- OBrayên wextê hevdîtina tevî wekîlên olka ermenîye li Kalîfornîyayê gotîye.
“Em difikirin, wekî herdu welat jî gerekê fikira derheqa aşîtîparêzên skandînavî da qebûlkin û em tevî hukumatên skandînavî dixebitin, ku hêzên aşîtîparêz sazkin, yên ku dikarin li herêmê bêne cîhwarkirinê, bona ku rêjîma agirbestê xweykin”,- OBrayên gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button