Sereke

Tunekirina “kakilê êrîşkirinê”, yê hêzên Adirbêcanê, dikare serhevdaanîna şêr bide qirarkirinê: pêşezan

Tunekirina “kakilê êrîşkirinê”, yê hêzên Adirbêcanê, dikare serhevdaanîna şêr bide qirarkirinê.Fikira wî cûreyî pêşezanê leşkerî Davît Harûtyûnov elam kirîye, wextê ku ewî derheqa ketina aktîvîya êrîşa eskerê Adirbêcanê û zyana dironên wanada xeberdaye.
Van rojên dawî derheqa lêxistinên dironên tirkaye “Bayrakatrê”-da xeberdan diçin.Nava şerên dawîda nêzîkî deh dironên wî cûreyîda hatîye dîyarkirinê, yên ku ji alîyê eskerên Arsaxêye parastinêda hatine lêxistinê.
“Înformasîyayên îzbatkirî tunene, lê meriv dikare bê ser wê fikirê ku diqewime mecalên radîyoêlêktronî tên xebitandinê, yên ku hukumî ser dirona dikin.Ew dikarin hukumî li ser kontrola dironê bikin, yan jî usa hukum dikin ku kontrola opêrator unda dibe”,-Harûtyûnov gotîye.Meriv dikare vê meselê hesab hilde, nenihêrî wê yekê, wekî înformasîyayên zelal tunene. Meriv nikare bêje,wekî nava sîlihên alîyên ermenîda sîstêmên wî cûreyî hene, yan tunene, lê cêribandina xebitandina “Bayraktara”, çawa li Rohilata Navîn, usa jî li herêma me tiştekî nûye. Bi gotina Harûtyûnov pêşda înformasîya hebûn, wekî ji Îsraêlê sîlihên nû tên stendinê û xêncî wê yekê sîlihên Tirkîyayê û Adirbêcanê gelekin, lê pêra jî ew yek tê hesabhildanê, ku ew tên kurtkirinê. Bi vî cûreyî du faktor hene: kêmbûna rêsûrsên dijmin û zêdebûna êfêktîvbûna şerkarîya hêzên ermenîye parastina hewê. Ev yek usa jî hukumî li ser mecalên êrîşkirinê dike.Xêncî wê yekê rêsûrsên têknîka zirihkirî û yên meriva jî kêm dibin.Ev hemû faktor, bi hevra, gerekê rola xwe bilîzin. Bi gotina pêşezan wedê sistbûna întênsîvîya opêrasîyonên leşkerî, meriv nikare bêje. Bi tomerî hildayî logîka usaye, ku heger niha împûlsa Bekûyêye êrîşkirinê zeyîf bûye, lê hinek wede şûnda ew yek dikare dîsa zêdebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button