Sereke

Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî li Arsaxê sîlihên tunekirina bi massayî, nava kîjanada tiştên kîmîyayî hene, didine xebatê: parêzerê mafên mêriv

Duh û îro şedetîyên derheqa wê yekêda hatine belavkirinê wekî hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî li Arsaxê sîlihê tunekirina bi massayî, nava kîjanîda tiştên kîmîyayî hene, didine xebatê. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv elametî belv kirîye.
“Duh û îro şedetîyên derheqa wê yekêda hatine belavkirinê wekî hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî li Arsaxê sîlihê tunekirina bi massayî, nava kîjanîda tiştên kîmîyayî hene, didine xebatê.
Wî çaxî melûemtî belav bûn, wekî gilî derheqa bombên fosforêdane. Piştî wê yekê cêrge melûmetî hatine belavkirinê,wekî gilî dikare derheqa sîlihên kîmîyaîye başqeda be:
Çi jî hebe, gerekê van tişta bidine kifşê:
1/ sîlihê tunekirina bi massayî tê xebitandinê,
2/ nava wîda tiştên kîmîyayî hene,
3/ wî sîlihî li ser mêşa didine xebatê û bi wê yekê agir dor-bera dikeve, hemû tiştî wêran dike,
4/ agirê ji vî sîlihî pêşdahatî, bi qîmetkirinên pêşezana, bi matêrîyalên ku ditemirînin, yan jî bi avê nayê temirandinê,
5/ ew mêşên ku bi van matêrîyala tên bombekirinê, li rex gundên binelîyên edilin /anegorî melmetîyên niha, nehîyên Şûşîyê, Martakêrtê, Askêranê/,
6/ anegorî xebatên bo berevkirina melûmetîya, nava mêşada usa jî binelîyên edil ji êrîşên azêrîyaye sîlihkirî xwe vedişêrin.
Xebitandina vî cûrê sîlih û ew jî bi qewilên vî cûreyî bi mafê navnetewî qedexekirî ye.
Li admînîstrasîyayên parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv niha lêkolînên tevayî tên mîyaserkirinê, encamên kîjana wê bêne belavkirinê û wê bişînine organên navnetewîye anegor”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button