Sereke

Arman Tatoyan barbarîyên azêrîyaye hindava arsaxîya raberî pêşezanên navnetewî kirîye

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan hevdîtina xebatê derbaz kirîye, li kîderê hîmdarê teşkîleta mafparêze bi navê “Dinîyake aza” / One Free World International/ Mecît El Şafî û endamên parlamênta Îslandîyayê Bîrgîr Torarînson hazir bûne.
“Hedefkirina binelîyên edil û xebitandina sîlihên qedexekirî, xebitandina têrorîstên kirêkirî,barbarîyên hêzên azêrîyaye sîlihkirî û nêzîkbûna nemerivatî, şedetîya wê yekê didin, wekî pirs hatîye danînê ku li Arsaxê bi mêtodên têrorîstî paqijkirinên êtnîkî mîyaserkin”,-parêzerê mafên mêriv daye kifşê.
Wextê hevdîtinê, Arman Tatoyan şedetîyên derheqa barbarîyên hêzên azêrîye hindava binelîyên edil û xirabkarîyên wane cuda-cuda raber kirine.
Tevbûyên hevdîtinê derheqa girîngîya hevkarîya nava goveka parastina mafên mêrivda dane dîyarkirinê û pevketinên nû bona hevkarîyê dest anîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button