Sereke

Berbi alîyê başûr-rohilatê dijmin cêribandîye têknîka leşkerîye zirihkirî nêzîkî xeta pêşin bike: eskerê parastina Arsaxê

Wezîreta Arsaxêye parastinê elam dike, wekî şev berbi alîyê başûr-rohilatê dijmin cêribandîye têknîka leşkerîye zirihkirî nêzîkî xeta pêşin bike.Derheqa we yekeda eskerê parastina Arsaxê elam dike.
“Nava encamên opêrasîyonên eskerê parastina Arsaxêda, tankeke dijmin hatîye tunekirinê, lê yên mayîn paşda vekişîyane”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Tê dîyarkirinê, wekî şev li ser xeta enîya arsaxîya-azêrîya, opêrasîyonên leşkerî bi întênsîvî hatine kirinê. Li beşên cuda cêrga dijine berfireh hatine eyankirinê û ji alîyê eskerê Arsaxêye parastinêda hatine tunekirinê.
Dijmin usa jî topbarankirina malên binelîyên sîvîl berdewam dike, lê halê opêratîvî bin kontrola eskerê parastinêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button