Sereke

Bi kuştina ermenîya ew şa dibin:parêzerê mafê mêriv ji malperên azêrîya wêne belav kirine : vîdêyo, wêne

Admînîstrasîya prazerê Ermenîstanêyî mafên mêriv şedetî dest anîne, yên ku derheqa wê yekêda îzbat dikin, ku nava civaka azêrîyada gavên dijî ermenîya tên piştgirtinê.
“Nava mêdîya sosîyalîda tiştên cûre-cûre tên teşkîlkirinê, li kîderê tiştên derheqa kuştina ermenîya, barbarîyên dijî ermenîya tên raberkirinê û paşê ew bi wê yekê şa dibin û firnax dibin, piştgirîyê didine wê yekê”,- nava nivîsara ofîsa parêzerê mafên mêrivda hatîye gotinê. Li rex elametîyê skrînşotên ji malperên azêrîyaye sosîyalî hatine raberkirinê.Mînak, rûpelekîda wêneyê bedena serjêkirî hatîye cîhwarkirinê û hatîye nivîsarê, ku gilî derheqa leşkerê ermenîdane û paşê dengdayînê derbaz dikin ku bona kê ev wêne normal e. 78 selefî bersiv daye ku ew wênekî normal e, lê 22 selefî gotîye ku ji wî wêneyî medê mêriv li hev dikevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button