Sereke

Ermenîstanê bona şerkarîya dijî têrorîzma navnetewî avîtina gavên anegor berdewam bike

Yekê mijdarê, wextê opêrasîyonên leşkerîye ji alîyê eskerê Arsaxêye parastinêda, têrorîstê duda hatîye dîlhildanê, yê ku gotîye ku ew ji qeza Sûrîyayêye Îdlîbêye, binelîyê gundê Zîyadîyayêye û navê wî Ûsiv Alabêt Al Hecî ye.
Çawa ku ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine, 3O-ê cotmehê têrorîstekî mayîn jî dîl ketibû, yê ku ji bajarê Sûrîayêyî Hammayê ye.
Alîyê ermenî gelek cara gotîye, wekî Tirkîyayê ji Rohlata Navîn, bi taybetî ji Sûrîyayê û Lîbîyayê,bi armanca mîyaserkirina barbarîyên dijî cimeta Arsaxê, têrorîstên bîyanî û cîhadîst cîguhastî herêmê kirine.Derheqa wê yekêda ne tenê qulixdarîyên hemsedirên koma Mînskêye mexsûs, usa jî gelek hevalkar û civaka navnetewî dane dîyarkirinê, lê hema têrorîst bi xwe şedetîya wê yekê didin.
Nava şedetîyên xweda têrorîsta derheqa şuxulkarîya berevkirina wanda, şerkarîya dijî “kafira”, miaşa xweye her meh û xelatên bona her serjêkirinekê, usa jî bernamên têrorîstîda dane dîyarkirinê. Cîguhastina cîhadîstaye li zona dew û doza Qerebagê derheqa armanca seroketîya tirka-azêrîyada eşkere dike, ku dixwezin şer werguhêzî yê êtnîkî bikin.Ev yek bona bêqezîyabûna navnetewî û usa jî ya hermê qezîyaye.
Ermenîstanê bona şerkarîya dijî têrorîzma navnetewî avîtina gavên anegor berdewam bike, bi hevkarîya tevî hemû hevalkara.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button