Sereke

Hêzên Adirbêcanê zyana mezin ketine, hêvîdarîya wan çekdarên kirêkirîva girêdaî ye: Hovhannîsyan

Potênsîyala hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî zyaneke mezin ketîye û hêvîdarîya wan li ser çekdarên kirêkirî maye. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.
“Bi çiqasîva jî Tirkîya û Adirbêcan wê yekê înkarkin, em zanin ku li kîderê û çawa ew çekdarên kirêkirî dixebitin.Me vîdêoyên ji lêpirsîna têrorîstê duemî dîlketî belav kirine û ez bêjim, wekî wî alîda hela hê gelek syûrprîz wê hebin.Ez serd zêde bikim, wekî cêribandinên alîyê azêrîyaye bo wê yekê ku li ser xeta pêşin pirsên konkrêt bidine helkirinê, şedetîya wê yekê didin, wekî hêzên azêrîyaye li ser erdê zyaneke mezin ketine.Hêvîdarîya wane hîmlî çendarên kirêkirîva girêdaî ye”,-Hovhannîsyan gotîye.
Bi gotina wî, li Arsaxê guhartina tabîya tune, nenihêrî wê yekê ku şer berdewa me.
“Duh şebeqda hêzên dijmin û komên têrorîsta li alîyên cuda-cuda opêrasîyonên êrîşkirinê berdewam kirine, hinek bi êrîşkirin, lê hinek cîya jî bi artîlêrîyayê, lê ew negihîştine tu açixîyên berbiçev”,- wekîlê wezîreta parastinê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî dijmin li alîyên cuda-cuda sîlihê qedexekirî dide xebatê, bi taybetî fosforê. Derheqa zyana ji wê yekê pêşdahatî zûtirekê wê bê raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button