Sereke

Li fêyknyûza Adirbêcanêda “çekdarê kirêkirî”, lê li Ermenîstanê Încîl destê rezedilvanên ermenîye ji welatên der hatî /vîdêyo/

Rezedilvanên ermenî ji Fransîayê, Îsraêlê û welatên mayîn çûne Arsaxê û maşîna Adirbêcanêye propagandayê wana çawa “çekdarên kirêkirî” nav dike.Wana îdî pêra gîhandîye derheqa agrêsîya Adirbêcanê Frans 24-ê û temamîya dinîyayêra gilîkin.Piştî çend seheta ew rezedilvan îdî ji alîyê maşîna Adirbêcanêye propagandayêda çawa çekdarên kirêkirî hatine navkirinê.Sîpan Mûrdanyanê artîst dibêje: “Ez sîlih nikarim bidime xebatê, lê qaweke baş çê dikim.Min nedixwest li Fransîyayê bimama û bi torên sosîyalî ew yek temaşe bikira, ku çi diqewime.Min dixwest ez bihatama û bi beden û ruhê xweva alî bikira”.Hevalê wîyî sazbend Sîpan Kyoroglyan ji Parîzê hatîye, lê Sêdrak xwendina xwe hiştîye û hatîye. Ew li ser hidûdên Arsaxê sekinîne. “Heger binelîyên Arsaxê du mîlîon bûna, dijminê 2O carî bifikirîya, ku pêşda bê, yan na.Em gerekê welatê xwe çê bikin, qewatbin, bo ku dijmin tu cara nexweze agirke, yan jî bombebaran bike”,- Sêdrak dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button