Sereke

Piştî binketina havînêye sosret, hêzên azêrîya ji alîyê Tirkîyayêda tên serkarîkirinê: wezîreta parastinê

Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî îdî tunene, ew ji alîyê Tirkîyayêda tên serkarîkirinê. Derheqa wê yekêda wextê birîfîngê, wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.
“Piştî binketina havînêye sosret, wextê ku zelal bû wekî hêzên azêrîya nikarin pirsên xwe helkin, dide kifşê, wekî ew îdî tunene û serkarîya wan Tirkîya dike.Adirbêcan bi sîlihên îsraêlî û tirkî, bi çekdarên ji Sûrîyayê, ereb, tirk şer dike, lê ew zêdaya wêye têknolocî û hejmara mezin wê dirêj nekişîne. Vî alîda bona Adirbêcanê syûrprîz heye”,-Hovhannîsyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî alîyê ermenî gelekî baş fem dike, ku Tirkîya tevî şêr dibe û kemala seredanên nevsên Tirkîyayê û Adirbêcanêye derecebilind çî ye.
Wekîlê wezîreta parastinê bi gotina “Binketina havînêye sosret” derheqa encamên pevçûyînên leşkerîye tîrmehêye di navbera ermenîya-azêrîyada dibêje.Wî çaxî li ser beşa sînore Tavûş-Tovûz pevçûyîn qewimîn û ew deh roja kişandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button