Sereke

Tifaqdara stratêcî Rûsîya wê borcdarîyên xweye bêqezîyabûnê hindava Ermenîstanê biqeqîne: serekwezîr

Seroketîya Rûsîyayê û Pûtînê serok çend cara elam kirine, wekî heger pêwîstbe Rûsîyayê borcdarîyên xweye girêdayî bêqezîyabûnêra, yên hindava Ermenîstanê, biqedîne. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Al Jazeera-ê gotîye.
Paşînyan ew fikir çawa ya nerast hesab kirîye ku piştî seroketîya wîye li Ermenîstanê, pêwendîya tevî Rûsîyayê zeyîf bûye. “Rûsîya çawa tifaqdara Ermenîstanêye stratêcî bûye, dîsa wî cûreyî tifaqdara Ermenîstanêye stratêcî ye. Nava pirsa tifaqdarîyêda, nêytralbûna Rûsîyayê tune. Seroketîya Rûsîyayê û Pûtînê serok çend cara elam kirine, ku heger pêwîstbe, Rûsîyayê borcdarîyên xweye girêdayî bêqezîyabûna Ermenîstanêra biqedîne”,- serekwezîrê Ermenîsîanê gotîye.
Ewî daye zelalkirinê, wekî Rûsîya hemsedira koma Mînskê ye û çwa welatê navçîgar gerekê hinekî nêytralbûna xwe xweyke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button