H’emû nûçeSereke

Agirbarandinên li Qerebagê dikarin çawa xirabkarîyên leşkerî bêne qîmetkirinê

Wekîla Orgenîzeya Netewên Yekbûyî Mîşêl Baçêlêtê elametî belav kiriye, bi kîjanê daye dîyarkirinê, wekî agirbarandinên li zona dew-doza Qerebagê, usa jî li cîh-warên dor û berên wê, mafên navnetewîyî hûmanîtarî diteribînin û dikarin bibin weke xirabkarîyên leşkerî.

“Me gelek cara bang kiriye ku hemû mecala bidine xebatê ku zyanê negihînine binelîyên sîvîl, sîstêmên sîvîl, û binelîyên sîvîl ji tevbûyên şêr cuda bikin.Dewsa wê yekê mal hatine xirabkirinê, kolan wêran bûne û meriv mecbûr bûne birevin, yan jî xwe li cîhên binerd veşêrin”,-Baçêlêtê gotiye.

“Alîyên nava dew-dozêda borcdar in teribandinên wî cûreyî baş lêkolîn bikin û gunehkara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.Êrîşên wî cûreyî gerekê bêne sekinandinê, lê bona mîyaserkirin û emirkirina wan merivên cabdar gerekê cabdarîyê bikişînin”,-Baçêlêtê gotiye. Ew hevîdar e ku herdu alî jî wê xebatkarên xwe, anegorî qanûnên hûmanîtarî, bişînine li wan nehîyên zyanêketî, bona ku bikaribin li goveka mafên mêriv monîorîngê derbaz bikin. Girêdayî vîdêoyên belavkirî ra, ewê xemgînîya xwe daye dîyarkirinê, bi kîjana xirabkarîyên leşkerî tên raberkirinê.Wekîla orgenîzeyê guhdarî teglîfî li ser wê vîdêyoyê kiriye, kîjanêda tê dîyarkirinê ku leşkerên azêrî çawa dîlên ermenî dikujin. Bi gotina wê, alî gerekê opêrasyonên leşkerî bidine sekinandinê, agirbesta hûmanîtarî xweyî bikin û hevraxeberdana destpê bikin ku rêya helkirina pirsgirêkê bibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button