H’emû nûçeSereke

Li Tirkîyayê bona wê yekê bînteng bûne ku têlevîzyona Îranê behsa derheqa heyîna çekdarên kirêkirîye li Adrbêcanê belav kirîye

Ajanseke tirkaye înformasyone ku xwe li alîyê miletçîya digire, derheqa wê rêportaja İrib news a îranî da daye dîyarkirinê, kîjanêda hatibû dîyarkirinê ku Enqerê kirêkirîyên ji Sûrîayê cîhguhastî Adrbêcanê kirine. Kanîya tirka daye dîyarkirinê, wekî vîdêyoya ku têlêvîzyona Îranêye dewletê weşandîye, rojnamevan Taha Kêrman malperên sosyalîda belav kiriye. Ewî gotîye, wekî rêportajêda hatiye gotinê ku bi hezara çekdarên kirêkirî şandine Qerebagê.
Li rêdaksîya wê ajansa tirka bi taybetî wî çaxî bînteng bûne, dema ku nava wan şedetîyada usa jî ew vîdêyo û wêne hatine nîşandayînê, yên ku berdevka wezîreta Ermenîstanêye parstinê Şûşan Stêpanyanê belav kirine.

Kanîya tirka gotîye ku nava prêsa tirkada ew fikira belav bûye, ku Îran dide kifşê ku xwe nêytral digire, lê bi rastî piştgirîya ermenîya dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button