H’emû nûçeSereke

Rola çekdarên kirêkirî wê diha mezin bibe, Adrbêcanê xwe bide ser hêzên çekdarên kirêkirî: Arsrûn Hovhannîsyan

Şikestina potênsîyala hêzên Adrbêcanêye li ser erdê û artîlêrîayê nade kifşê ku ewê êrîşê berdewam neke.  Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî «Azadîyê», wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. “Gilî derheqa hêzên li ser erdê û têknîka zirihkirîda ne. Mesele, hêzên dijmine li ser erdê diha zêde zyanê ketine, ne ku artîlêrîya. Gilî derheqa wê yekêda nîne ku ew awqasî zeyîf in ku wê êrîş nekin, hema niha jî li alîyê Martûnîyê şer diçe. Ewê bi çekdarên kirêkirîva, bi serkarîya pareskerên tirka û cûrên mayîn êrîş bikin”,- wekîlê wezîreta parastinê gotiye.

Bi gotina Arsrûn Hovhannîsyan, rola çekdarên kirêkirî wê çiqwas here diha zêde bibe: «Adrbêcanê xwe bide ser hêzên kirêkirîya. Li ber çavên me êdî hindik têknîka zirihkirîye giran tê kifşê, niha maşînên biçûk in, yên ku anegorî stratêcîya kirêkirîya ne».

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button