H’emû nûçeSereke

Vîdêyoya girtina têrorîstê ji Sûrîayê Yûsûf Alaabêt al Hecî hatiye belavkirinê /Vîdêyo/

Întêrnêtêda vîdêyoya girtina têrorîstê ji Sûrîayê Ûsiv Alaabêt al Hecî hatiye belavkirinê.

Hê pêşda NEWS.am-ê elam kiribû, wekî 1-ê mijdarê, wextê opêrasyonên leşkerî, dîsa têrorîstekî ji Sûrîayê hatiye girtinê. Navê wî Yûsûf  Alaabêt al Hecî ye, yê ku ji gundê qeza Îdlîbêyî Zîyadîyayê ye.

Wextê lêpirsînê ewî gotiye ku zewicî ye û pênc zarokên wî hene. Çawa ku ewî gotiye, ew anîne ku dijî “kafira” şer bike û bona wê yekê mehê 2000 dolar jêra soz dane, lê cuda jî bona her serjêkirinekê jî 100 dolar.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button