H’emû nûçeSereke

Bi dewakarîya Tirkîayê, Elîyêv wezîrê Adrbêcanêyî parastinê ji fermandarîyê derxistîye: War gonzo

Kanala rûsîye «Têlêgram»-ê, ya projeya War gonzoyê, elam dike, wekî bona pêwandîyên tevî Rûsîayê, serokê Adrbêcanê wezîrê Adrbêcanêyî parastinê Zekîr Hesenov ji fermandarîyê derxistîye. Armênprêssê elam kiriye, wekî derheqa wê yekêda kanîyên War gonzoyêye ji Stembolê ragîhandine.

Anegorî wê melûmetîyê, hatîye dîyarkirinê, wekî menîya wê yekê ew e ku pêwandîyên Zekîr Hesenov tevî gênêralên rûs hebûne.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Hesenov sala 1980-î îdara Bekûyêye leşkîrî demam kiriye û heya sala 1985-a nava teşkîla eskerên Soyêtê da li Almanîayê qulix kiriye, lê piştî derketina eskerê Sovyêtêye ji Almanîayê, heya sala 1993-a qulixa xwe li Sîbîryayê (Rûsîayê) berdewam kiriye.

“Ew tiştekî normal e, wekî pêwandîyên tevî hevalkarên rûs mane. Piştî derxistina serokê ştaba sereke Necmedîn Sadixove ji qulixê, piştî wê qalmeqalmê, qulixdarîyên tirkaye mexsûs dew ji Elîyêv kirine ku wan hemû gênêrala ji serkarîkirina opêrasyonên leşkerî derxin, xwendina kîjana ya rûsî ye. Anegorî melûmetîya War gonzoyê, Elîyêv usa jî kiriye. Wezîrê Adrbêcanêyî parastinê haji halê li pêşenîya şêr tune, ew usa derheqa mêxanîzmên qirarên ku li pêşenîya şêr tên qebûlkirinê, nizane”,- kanala «Têlêgam»-ê daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button