Sereke

“Bona şerkirina dijî ermenîya neyêne vir, feqîrî diha baştir e”: têrorîstê ji Sûrîyayêyî mayîn xeber daye /vîdêyo/

Têrorîst gilî dike,wekî eskerên azêrîya pênc roja ew birîndarbûyî, tenê hiştine û piştî wê yekê ewî qirar kirîye berbi tabîyên ermenîya bilive û teslîm bibe.
Komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê, lêpirsîna têrorîstê ji Sûrîyayêyî duem Yûsûf Al Abêd Al Hecî, belav kirîye. Al Hecî li qeza Îdlîbê, li gundê Zîyadîyayê, ji dayîk bûye. Ew neçûye mektebê, xwendinê nizane, bi heywanetxweykirinêva mijûl bûye. Zewicîye, pênc zarokên wî hene. Me derheqa wîda nûçeke başqeda raber kirîye û daye kifşê ku ew çawa hatibû Adirbêcanê.Wextê ku ew dîl ketîye, dîtîye ku ermenî merivne usa nînin çawa ku ew pêşda raber kiribûn.Ermenîya xurek û av dane wî. “Azêrî bi xwe bêbawarin, ez im bêbawar ku ez hatim dijî van merivên rehm şer bikim.Kî ku dixweze here Adirbêcanê şer bike, bila tiştê usa neke, çimkî ermenî merivne gelekî rehm in,ermenîya ez ji mirinê xilaz kirim.Heger hûn feqîr dijîn û pera pêşnîyarî we dikin bona şerkirina dijî ermenîya, neyên, diha başe hûn usa feqîr bimînin”,-Hecî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button