Sereke

Bûyara li Vîênnayê da kifşê, wekî şerkarîya dijî têrorîzmê nayê hilbijartinê: Harûtyûnyan

Bona tu welatekî dinîyayê garantîya tune ku ew ji têrorîzmê çareserkirî ye.Girêdayî bûyarên têrorîstîye li Vîênnayê ra, serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda usa nivîsîye û serxweşî daye:
“Bûyarên têrorîstîye li paytextê Aûstrîyayêyî Vîênnayê dane kifşê, wekî şerkarîya dijî têrorîzma navnetewî nikare bê hilbijartinê, çimkî ew yek qezîya dijî merivatîyêye wedê niha ye”,-Harûtyûnyan gotîye.
Ewî elam kirîye,wekî eva îdî ji mehekê zêdetir e, ku li ber çevê temamîya civaka navnetewî Arsax bûye hedefa têrorîzmê, ya ku dijî cêribandinên Adirbêcanê û Tirkîyayê şer dike, ku Qafqasîya başûr werguhêzî merkezeke têrorîstîye nû nekin. Cimeta Arsaxê rastî xirabkarîyên têrorstî tê û zyana mezin dibîne.Harûtyûnyan daye dîyarkirinê, ku ew her kirineke têrorîstî gunehkar dike. Bi gotina wî, piştgirên têrorîzmê gerekê berk bêne gunehkarkirinê. “Komara Arsaxê dîsa li ser wan prînsîpa dimîne û hazir e emekê xwe bike nava şerkarîya dijî têrorîzmê”,-Harûtyûnyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button