Sereke

Eşaretî dane ku ne pasporta, ne jî têlefona tevî xwe hildin:çekdarê kirêkirî melûmetîyên nû dane

Mehkema Ermenîstanêye sereke elam kirîye,wekî melûmetîyên nû ber destê wan hene, yên ku derheqa berevkirina çekdarên kirêkirîye ji Sûrîyayê û tevbûna wane tevî şêrda ne.
Kirêkirîyê dîlketî Yûsûb Al Abêd Al Hecî gotîye, wekî merivê bi navê Abû Ahmed hatîye mala wî û pêşnîyar kirîye ku ew here Adirbêcanê, sê meha tevî telîma bibe û dewsa wê yekê ewê her meh 2OOO dolarî bistîne. Eşaretî dane wana, ku dokûmênta û têlefona tevî xwe hilnedin.Paşê ew cîguhastî li ser hidûdê Sûrîyayê kirine. Bi gotina wî, wî çaxî 5OO meriv berev kiribûn, yên ku ji 2O-î hetanî 4O salî bûne. Wan ra gotine,wekî piştî çûyîna Adirbêcanê, heya ku wedê wan demam nebe, wê îzinê nedin ku ew paşda vegerin. Paşê ew bêyî dokûmênt hidûdê Sûrîyayê û Tirkîyayê ra derbaz kirine û bi otobûsa, bi rêberîya leşkerên tirka, cîguhastî firegeheke Tirkîyayê kirine. Paşê ew bi teyarê cîguhastî Adirbêcanê kirine.
Bi gotina çekdarê kirêkirî, serkarê komê merivê bi navê Şêx Îbrahîm bûye.Ew cîguhastî pareskerekî kirine, li kîderê dîsa 5OO erebên ji Sûrîyayê hebûne. Li wir ew pareveyî ser deh koma kirine. Eşaretî dane wan ku wextê êrîşên ser ermenîya gerekê tu kesî sax nehêlin, serjê bikin.Ewî goîîye, wekî bona her serîkî ermenî 1OO dolar soz dane. Piştî wê yekê, ew cîguhastî cîhekî kirine û gotine, ku gerekê êrîşî gundekî bikin û binelîyên wê jî hemûya serjê bikin. Wextê êrîşê ew ketine bin agirkirinên ermenîya. Wî çaxî, ji koma wan 15 çekdar hatine kuştinê, lê yên mayîn revîne. Wextê opêrasîyonên leşkerî ew birîndar bûye û sê roja deşta şêrda maye, heya ku leşkerên ermenî ew dîl hildane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button