Sereke

Rûsîya bona xweykirina rêjîma agirbestê çi pêşnîyar dike?

Bêyî teşkîldarîyên kontrolkirinêye kardar nikarin rêjîma agirbestêye qewîn di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dest bînin.Derheqa wê yekêda, wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, wextê hevpeyvîna tevî rojnama “Komêrsant”-ê, gotîye.
“Çawa ku praktîka dide kifşê, sozdayînên derheqa agirbestêda, yên ku bi mêxanîzmên kontrolkirinêva nayêyne çareserkirinê, her dem nîne ku ew tên mîyaserkirinê. Nava elametîya dehê cotmehêye li Moskvayê tê gotinê, wekî xêncî wê yekê paramêtrên mexsûse başqe gerekê bona xweykirina rêjîma agirbestê bêne qayîlkirinê.Bona helkirina vê pirsê nêzîkbûnên cuda hene”,-Lavrov gotîye. Wezîrê Rûsîyayêyî karên der çend mêxanîzm dane dîyarkirinê, bi kîjana dikarin rêjîma agirbestêye li Qerebagê kontrol bikin û xweykin.Ev in ew mêxanîzm: mecalên serkarîkirina êlêktronî, xeta serte di navbera Yêrêvanê û Bekûêda, dîtindarên bin bandora Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, mîyaserkirina tiştên dîyarkirî, bi tevbûna hêzên leşkerî. Feqet, Lavrov gotîye,wekî Ermenîstan û Adirbêcan hela hê dora tu mêxanîzmekê bi hevra qayîl nebûne.Lavrov daye dîyarkirinê, wekî pirsa sereke ew e ku her mêxanîzmek gerekê ji alîyê herdu alîyada bê qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button