H’emû nûçeSereke

Salên 90-î jî digotin ku wê heya dawîyê herin: Sargsyan bersiva gefxwerina Elîyêv daye

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, wextê heypeyvîna tevî kanala RBK-ê, bersiva gefxwerina serokê Adrbêcanê Îlham Elîyêv daye, yê ku gotiye ku Bekûyê nava vî şerîda heya dawîyê here.

“Ev gotin cara ewlin nine ku ji devê azêrîya dertê. Min ew gotin destpêka salên 1990-î jî ji wan bihîstîye. Wî çaxî şer çend sala kişand. Wî çaxî jî ermenî hindik bûn, dîsa welatekî biçûk bû, piştgirî tunebû, rêsûrsên Adrbêcanêye leşkerî gelek bûn û hemûya digot ku Qerebag nikare serbikeve û ew şer badîhewa ye”,-serokkomar gotîye.

Bi gotina wî, qerebagî optîmîst in, çimkî ew nexweşxane, mekteb çêdikirin, dema ku pirsa şêr û aşîtîye helkirî nîbû.

“Qerebagîya heya dawîyê şer kiriye. Nava encamada şer bi agirbestê serhevda hat, ya ku sala 1994-a hate îmzekirinê.Ew ji alîyê Adrbêcanê, Qerebagê, û Ermenîstanêda hate îmzekirinê. Ez li ser wê fikirême ku her qerebagîk heya dawîyê, heya dawîya jîyana xwe, heya fişeka dawî wê şer bike”,- Armên Sargsyan gotîye.

 Serokkomar gotîye ku dîrok dide kifşê ku bi şera helkirin nayêne dîtinê. Meriv gerekê dora sivira hevraxeberdana rûnîn û bi hev ra pevbikevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button