Sereke

Civaka navnetewî naxweze kirinên Tirkîyayê bibîne:hevpeyvîna Armên Sargsyane tevî radyoya Swêdêye civakî

Radyoya Swêdêye civakî parçên hevpeyvîna tevî serokkormarê Ermenîstanê Armên Sargsyan daye weşanê.
“Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan difikire,wekî civaka navnetewî çawa ku lazime bersiva şerê destpêbûyî nade.Ew dibêje, wekî rêberên dinîyayê rola Tirkîyayêye nava dew û dozêda hesab hilnade.Ew dide dîyarkirinê, ku heger tevbûna Tirkîyayêye tevî opêrasîyonên leşkerî nîbûya, şerê îdî xilazbûyî bûya”,-rojnemevan dibêje û gotinên Armên Sargsyan tîne ber çeva. Bi dîyarkirina cêribandina dîplomatî, serokkomar pêwendîyên xweye navnetewî dide xebatê, ku elamî dinîyayê bike ku li Qerebagê çi diqewime.
“Armên Sargsyan dide dîyarkirinê, ku pirsek jî heye: Tirkîya dicêribîne tesîra xwe bi cûrê leşkerî belav bike, lê vê carê îdî li Kavkaza Başûr”,- rojnemevan xeberên Sargsyanê serokkomar diwekilîne.
“Civaka navnetewî kirinên Tirkîyayêye agrêsîv têberdane, yên ku nava dehsalîya dawîda gelekin. Îzin dane Tirkîyayê, ku ew xwe wî cûreyî xweyke, çawa ku îro dike. Ew li Sûrîyayê, li Îraqê, niha jî li Libnanê nedane sekinandinê.Usa jî li Behra Sipî nedane sekinandnê, dema ku ewê yektîya têrîtorîyayên Qibrisê teriband. Niha jî hatîye Adirbêcanê. Hema ev e ew yek, ku civaka navnetewî hesab hilnade û naxweze bibîne. Çawa dikare welatekî usa endama NATO-ê be? Çawa dikare tevî welatekî xeber ,bdî, yê ku dixweze bibe endama Yektîya Avropayê, lê kirinên wê bi temamî dijî qîmetîyên avropî ne?”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button